Di Êrîşa Rûsya ya li Mykolaiv ya Ukrayna de 5 Kes Hatine Kuştin

Dîmeneke ji bajarê Mykolaiv ya Ukrayna, 28 Tîrmeh, 2022

Ukrayna îro Înê ragihand ku di êrîşa mûşekî ya Rûsya li bajarê Mykolaiv herî kêm 5 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Walîyê herêmê Vitaliy Kim dîyar kir ku di êrîşê de mûşekek ket nêzî rawestgeheke veguhestina giştî.

Rûsya, ku armanckirina sivîlan red dike, heya niha ser vê rewşê daxuyanî nedaye û Reutersê jî nikarîbûye ragihandinên ji qada şer piştrast bikira.

Kîev, hêzên Rûsî bi kiryarên hovane yên dijî sivîlan tawanbar dike û dibêje ku heta niha wan zêdetirî 10 hezar tawanên şer tomar kirine.

Rûsya pêkanîna tawanên şer red dike û Kîevê bi reşkirina hezên Rûsî tawanbar dike û dibêje ku ew ser tawanên şer yên Ukrayna vêkolînê dike.