Firokên Rûsya Dijî Serhildayên Sûrî Êrîşên Esmanî li Dar Xistin

(arşîv)

Rûsya dijî serhildayên Sûrî yên ku bi êrîşa kîmyayî tawanbar dike êrîşên esmanî li dar xistin.

Hikûmeta Sûrîyê û Rûsya îdia dikin ku roja Şemîyê di êrîşeke kîmyayî bi qasî 100 kes birîndar bûne.

Medya fermî ya Sûrîyê, dîmenên niştecihên Helebê yên li nexweşxaneyê ne û nefes li wan diçike belav kir.

Serhilda îdiayên ser êrîşa kîmyayî red dikin û didin zanîn ku Rûsya û hikûmeta Sûrîyê bo ku êrîşî herêmên serhildayan bikin, li hincetan digerin.

Beşeke Helebê, û herêmên Îdlib û Hama di destê serhilda û komên cîhadî de ne.

Di salên borî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên rojava, hikûmeta Sûrîyê gelek caran bi karanîna çekên kîmyayî tawanbar kiribûn.