Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Ukrayna û Rûsya ser danûstandinê hîn li hev nekirine.
Reutersê ew agahî ji zarê Serdanûstandinerê Ukrayna Mihail Podolyak ragihand.
Podolyak da zanîn ku ser danûstandina rêberên her du dewletan hîn ti lihevkirin çênebûye.
Wî bal kişand ser gurbûna girjîya li rojhilata Ukrayna û dîyar kir ku Rûsya li başûr jî hewil dide Mariupolê tune bike.
Danûstandinerê Ukrayna got Tirkîye jî bo navbeynkarîyê di hewildanan de ye.
Karbidestên Tirkîyê di rojên borî de gotibûn ku dibe ku bi navbeynkarîya wan rêberên Rûsya û Ukrayna bicivin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Welatên Rojava tevgerên Rûsya wek dagirkirin dibînin, lê Moskow dibêje ew operasyoneke taybet li dar dixe.