Bajarvanê Lviv ya Ukrayna Andriy Sadovyi îro Înêyê ragihand ku çend mûşek li navendeke lênêrînê ya firokên leşkerî ketine û navendeke tamîrkirina otobusan zarar ditîye,lê ti ziyanên canî çênebûye.
Andriy Sadovy da zanîn ku berîya êrîşa Rûsî xebatên li navendê hatibû rawestandin.
Fermandarîya rojavayî ya hêza esmanî ya Ukrayna jî ser Facebookê got ku bi tevahî 6 mûşek ji Deryaya Reş hatin avêtin û 2 ji wan mûşekan hatine têk birin.
Bajarê Lviv li rojavaya Ukrayna li nêzî sînorê Polonya, bi sedan kîlometreyan dûrî pêşketina Rûsya ye û bo Ukraynîyên ku ji herêmên şer direvin yek ji cihên sereke ye derbazbûnêye.
Topbarana hêzên Rûsî ya ser paytext Kîevê jî bi tundi berdewam dike, îro avahîyeke niştecihbûnê li taxa Podil bû armanc.
Sazîya xizmetên rizgarkirin û hawarçûnê ragihand ku li vê avahîyê herî kêm yek kes hatiye kuştin û 98 kes jî sax hatine derxistin.
Bajarvanê Kîevê Vitali Klitschko jî got ku di encama topbaranê de 19 kes birîndar bûne.
Li gor walîyê herêmê, Pavlo Kyrylenko dîyar kir ku li bajarê Kramatorsk ya li rojhilata welêt 2 sivîl jiber êrîşên Rûsî ahtine kuştin.
Walîyê herêma Luhanskê, Serhiy Gaidai jî ragihand ku topbarana bênavber û berfireh ya hêzên Rûsî, derxistina sivîlên ji bajarok û gundên li enîya pêş ya şer, asteng dike.
Serhiy Gaidai da zanîn ku li herêma Luhanskê ji destpêka şer vir ve 59 sivîl hatine kuştin û hin taxên niştecihbûnê bi tevahî wêran bûne.
Wî herwiha dîyar kir ku hêzên Rûsî bajarê Rubizhne dorpêç kirine û bi tundî topbaran dikin; lê di derbarê kuştî û birîndaran de heya niha ti agahî nayê zanîn.
Rûsya, topbaranên xwe yên ser bajarên rojhilata Ukrayna, bi taybet jî Chernihiv, Sumy, Kharkiv û Mariupol bi tundî didomîne.