Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte îro Çarşemê ragihand ku ti metirsîyek ji alîyê Rûsyayê ve li ser axa welatên NATO’yê nîn e.
Rutte ev daxuyanî wek bersiv da hişyarîya Moskoyê ya li ser herêma Kalînîngradê.
Rutte got ku her çend Rûsyayê belgeyek ji NATO’yê re şandibe jî, nirxandina wan a li ser metirsîya Rûsyayê wek xwe maye û ji berê nehatîye guhertin.
Di wê belgeyê de hatibû gotin ku eger welatên Rojava hewl bidin têkilîya vê herêmê bibirin, Rûsya amade ye çekên navokî bi kar bîne. Ev herêm li ser Deryaya Baltîkê ye û di navbera Polonya û Lîtwanyayê de cih digire.
Rutte eşkere kir ku eger Rûsya bixwaze êrîşî welatên NATO’yê bike, dê berê leşkerên xwe kom bike û ev yek dê diyar bibe.
Wî herwiha anî ziman ku Amerîka dê bi çekên asayî û navokî berevanîya Ewropayê bidomîne.
Rutte diyar kir ku NATO dê piştgirîya Ukraynayê bidomîne û hêza xwe ya berevanîyê zêde bike.