Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê êvarê li Koşka Spî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte kir.
Trump rexne li welatên endam girt ji ber helwestên wan ên li hember operasyonên li dijî Îranê.
Trump li Koşka Spî got, "Em ji helwesta Brîtanya, Almanya û Fransayê bêhêvî ne, lê ez ji vî mirovî [serokê NATOyê] re gelek rêz digirim, ji ber vê yekê em ê li ser tiştê ku qewimî biaxivin."
Civîn di demekê de tê ku Serok Trump biryar e meha bê beşdarî Hilcivîna NATOyê li Tirkiyê bibe, tevî hewldanên rêveberiya wî ji bo nirxandina hebûna leşkerên Amerîkî li Ewrupayê.
Trump got, "Ji bo ku rast bim bi were, ez dibêjim, ger alîyek din helwestek weha hebûya, ezê pê re neciviya bam."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî, ji aliyê xwe ve pesnê kiryarên Serok Trump li dijî Îranê da, û got "Ev rêberê cîhana azad e ku berpirsiyariya li derveyî peravên Amerîkayê ji bo tevaya cîhanê digire ser xwe."