Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Salvegera Yekê Pîroz Kir

Salvegera yekê ya damezirandina rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê li bajarokê Eyn Îsa hate lidarxistin.

Biryara damêzirandina rêvebirî di encama kongreya sêyê ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya di 16’ê Tîrmeha sala 2018’an de hatibû dayîn.

Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji sê meclîsan pêk te: Meclîsa Giştî, Meclîsa Rêvebir û Meclîsa Dadmendîyê.

Di 6’ê Tebaxa 2018’an de Meclîsa Giştî wek parlamentoya Bakur û Rojhilata Sûrîyê hate damezirandin û di heman rojê de Meclîsa Giştî Ebid Mihbaş û Bêrîvan Xalid wek hevserok bi nav kirin ku di 21 rojan de Meclîsa Rêvebir ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ava bikin.

Meclîsa Rêvebir ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji 10 desteyan û 8 baregehan pêk tê: Desteya Jinê, Kar û Barên Civakî,Çand, Ciwan û Spor, Aborî û Çandinî, Rêvebirîya Navxwe, Perwerde, Malî, Desteya Hindurîn û Desteya Nexweşî û Jîngehê.

Your browser doesn’t support HTML5

RK_09_09_2019_Salbegera_Rêvebirî