Girtina Xalên Derbasbûnê bi Rêveberiya Xweser re Û Bandora li Ser Bazirganiyê

Girtina riyan ji aliyê rejîma Asad ve

Du meh ji girtina Rejîma Sûrî ya xalên derbazbûna di navbera navçeyên dibin desthilatdariya wê û Rêveberiya Xweser de derbas dibin, ji 23 meha Avdara derbazbûyî de û ji aliyekî de xalên derbazbûnê li pêş liva bazirganiyê û çûnûhatina welatiyan hatine girtin .

Hevseroka Encûmena cîbicîkar ya Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê Bêrîvan Xalid ji Dengê Amerîka re axivî û got Rejîma Sûrî bê hemanhengî xalên derbazbûnê girtine .

Weê diyar kir û got "Rejîma Sûrî her dem ji bo hin destkeftiyan ji Rêveberiya Xweser bidestxe givaştinan li ser Rêveberiya Xweser di riya girtina Xalên derabazbûnê de dike."

Piraniya barçeyên pîşesaziya Bakur û rojhilata Sûriyê ji navçeyên dibin desthilatdariya rejîma Sûriyê dane tên , herwiha yên ku ji dewletên cîran tên bi nirxekî biha digihin navçeya Rêveberiya Xweser ku ji qudreta welatiyan derdikeve û dibin sedem ku liv û çalakiyên bazirganî jî lawaz bibin.

Ebdilkerîm Bozî yek ji karkerên di pîşesaziyê de kar dike ji Dengê Amerîka re axivî û got "Ku girtina xalên Derbasbûnê bi rejîmê re dirêj bike wê pîşesazî ziyaniyeke mezin bibîne."

Hêjayî balkişandinê ye ku bi tenê du derî li pêş Rêveberiya Xweser mane ji bo bidestxistina hemû pêwistiyên ku deriyek wê bi herêma Kurdistanê re girê dide û yê din bi navçeyên dibin desthilatdariya opesizyona Sûrî, piştî girtina deriyê Rebîa, bi biryareke navnetewî.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Reqa 23 05 2021