Salih Mislim: Bê Tevlîbûna Kurdan, Danûstandinên Cenevrê Serketî Nabin

Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Mislim dibêje koalîsyona bi pêşengîya Amerîka Kurdan wek hevkar dibîne loma jî ew çaverê nake ku alîkarî were sekinandin.

"Karbidestên Tirk daxuyanîyên Amerîkî li gor dilê xwe şîrove dikin, lê rastî ne wargî ye. Kurd di şerê dijî terorîzmê de ortaqên kaolîsyonê ne."

Mislim dide zanîn ku ew hin ji gera hêştan ya danûstandinên Cenevrê nehatine vexwendin û ew yek jî giranîya wê konferansê kêm dike.

"Em xwedî projeyeke sîyasî û hêzeke leşkerî ne. Emê bi vê rastîyê tev li konferansan bibin. Ku Cenevrê bê me li dar keve, ev car ji wek yên berê têk diçe."

Your browser doesn’t support HTML5

Salih_Mislim_11_28_2017_DS