Partîya Saadetê Serdana Serokê CHP'ê Ozgur Ozel Dike

Gr[pa CHP di Meclisa Tirkiyê de

Şandeke Partîya Saadetê serdana Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel kir.

Di şanda Partîya Saadetê de Alî Fazil Kasap jî, ku parlamanterê berê yê CHP’ê bû û derbazî Partîya Saadetê bû, cih girt.

Kasap piştî mirina parlamanterekî Partîya Saadetê jibo koma wê partîyê ya parlamanê belav nebe derbazî wê partîyê bû.

Partîya Saadetê ragihand ku wan jibo piştgirî û alîkarîya CHP’ê spasyîya serokê wê partîyê Ozel kiriye.

Ozel dîyar kir ku divê herî zêde desthilat jiber metirsîya belavbûna koma partîyekê biêşe.

Wî got ku rêza wan jibo mafê axaftinê yê partîyên sîyasî heye û dîyar kir ku ewê berevanîya demokrasîyê bidomînin.

Partîya Saadetê di hilbijartinên Gulana 2023’an de ji lîsta CHP’ê ketibû hilbijartinan.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, Partîya Saadetê ji lîsta CHP’ê ketibû hilbijartinan û bi 10 parlamanterên xwe bi Partîya Siberojê re koma hevbeş ava kiribû.

Di parlamana Tirkîyê de jibo ku partî komê ava bikin divê herî kêm 20 parlamanterên wê hebin.

Jêder: Gazete Duvar