Hezaran Îraqî Bo Rêzgirtina Qurbanîyên Hefteya Borî Derketin Kolanên Bexda

Alîgirên Sadr

Bi hezaran Îraqî ku piranîya wan alîgirên rêberê olî yê Şîa Muqtada Sadr in, jibo şîngirtina 7 kesên ku hefteya çûyî di protestoya reformxwaz de hatibûn kuştin, îro Seşemê li Bexda civîyan.

Xwepêşandêrên ku kincên reş li xwe kiribûn, bi alayên Îraqî derketin kolanan û bi kulîlkan, derbestên sembolîk rakirin û bi rengekî aştîyane ber Qada Tahrîr ya cîhê bûyerê meşîyan.

Di 11’ê Şubatê de bu hezaran Îraqî rijîyanbûn kolanan û daxwaza guhertina endamên komîsyona hilbijaritinê û başkirina sîstema hilbijaritinê kiribûn.

Tundî û tûjî di xwepêşandanê de qewimîbû, dema xwenîşandêran xwestibû ku xeta ewlehîyê bişkenin û xwe bigehînin Devera Kesk ku navenda komîsyona hilbijartiinê lê derê ye.