Xelîl Aksoyî: Jibo Mijara Mafên Mirovan Tirkiye Du Pîvan Hene

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş

Xelîl Aksoyî: Pêdivî ye ku dadgehên Tirkîyê jî rêzê li biryarên dadgeha ECHR bigrin. Wî got jî dema ku mijar bibe mafên mirovan li welat, Tirkiye du pîvan hene.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupî (ECHR) biryar da ku divê Tirkîye sîyasetmedarê Kurd navdar Selahattin Demîrtaş serbest berde, û got sedemên ku hikumeta Tirkiyê radigehîne ji bo zîndankirina wî çar salan ne rewa ne, belkû nîşaneke ji bo sînorkirina azadiyên siyasî ya bêdengkirina cûdabîran.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka endamê parlamentoya Tirkîyê yê berê Xelîl Aksoyî yê Agrî got ku pêdivî ye ku dadgehên Tirkîyê jî rêzê li biryarên dadgeha ECHR bigrin. Wî got jî dema ku mijar bibe mafên mirovan li welat, Tirkiye du pîvan hene.

Your browser doesn’t support HTML5

Xelil Aksoyi