Berhem Salih Îro bi Fermî Sond Xwar

Berhem Salih, ku di dengdana gera duyê ya parlamentoya Îraqê de bo serokomarîyê hat hilbijartin, sonda serokomarîyê xwar.

Salih di axaftina sondê de ji parlamenteran re dîyar kir ku ewê yekîtîya axa Îraqê biparêze.

‘’Ezê ne tenê serokomarê alîyekî, lê yê hemî alîyan bim û berevanîya yekîtîya Îraqê bikim’’ Salih got.

Salih, piştî hilbijartinê bo avakirina hikûmetê sîyasetvanê Şîa Adil Abdul Mehdî erkdar kir.

Li gor qanûnên Îraqê, divê Mehdî heta 30 roj hikûmetê ava bike û dengdana bawerîyê bistîne.