Wezareta Xezîneya Amerîkayê roja Pêncşêmê ragihand ku dayîreya taybet ya çêkirina pereyên Amerîkayê ( United States Mint), li bîranîna 11ê Îlonê dê dravek me'idenî yê taybet bi êrîşa terorîstî ya 11ê Îlonê çêke.
Wezaretê li ser hesaba xwe ya platforma Xê got, ew dirav dê nîv-dolar û ji me'idenê be û taybet be bi salvegera 25'an a bîranîna 11ê Îlonê li ser tê nivîsîn"Azadîya Nemir", li ser wê nîv-dolarê dîsan dîroka êrîşa 11ê Îlonê heye û li dor wê dîrokê hevoka "Qet Nayê Jibîrkirin" hatîye nivîsandin.