Çekdarên rikeberiya Sûrî yên bi ser Trikiyê ve ne, ku beşekin ji êrîşên ser herêmên kurdî li bakûrêrûjhilatîSûriyê. vêdyo û wêneyên hêsîr û dîlên kurdan belav dikin û çawa nerêzî li wan tên kirin, ku bala raya giştî kişadniyê wekû binpêkirina mafê kesên hêsîr in di cengê de li gorî yaseyên navnetewî.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner û nivîskar Samî Dawûd re kir, di derabrî vê mijarê û bandora wê li ser raya giştî û yasa navnetewî.
Nivîskar Samî anî ziman, ku li gorî yaseyên navnetewî ew wekû tewanên cengê tên bikaranîn û got ku divê ew kesên ku van vîdyo yan wêneyan belav dikin divê bên tewanbarkirin.
Ji aliyê din ve jî , wî rexneyên tûj li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navnetewî kir li ser bêdengiya wan di derbarî van kiryarên binpêkirinê ji mafên kesên hêsîr û girtiyên cengê re.
Your browser doesn’t support HTML5