Sanders Dibêje Dê Bloomberg Bala Dengderan Nekşîne

Kandîdê democrat ê serokatiya Amerîka Bernie Sanders îro Yekşemê got rikberê wî yê demokrat Mike Bloomberg dê nikaribe germî û erenjiya pêwîst a gihîştina Koşka Spî gerantî bike.

Sanders di kombûneka partiya Demokrat de got:

“Rastiya sade ew e ku şaredar Bloomberg, li gel hemî pereyên xwe, dê nikaribe wê dilgermî û enerjiya pêwîst çê bike ku têra xwe dengan wergire û Donald Trump têk bibe.”

Sandersê ku li wîlayeta New Hampshire serkeftin qezenc kir, di axaftina xwe ya Las Vegasê de, di nava hemî rikberên xwe de tenê behsa karsaz û şaredarê berê yê New Yorkê Bloomberg kir .

Bloomberg ne li Las Vegasê bû û ew roja 22ê vê mehê li Nevada jî nabe. Ew dixwaze bêhtir bala xwe bide ser wîlayetên ku ji roja 3yê meha Adarê ve dest bi dengdanê dikin.