Sanrî: Tirkîye Mecbûr e li Gor Bereyê NATO, Y.E. û Amerîkayê Hereketê Bike

Mihemed Sanrî.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu hişdarî da rejîma Sûrîyê û ji wê xwest ku bi zûtirîn dem operasyona leşkerî bi dawî bîne. Birêz Davutoglu herwiha got ku ev hişdarîye “gotina me ya dawîyê ye.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nivîskar û rojnamevan Mihemed Sanrî li Stenbolê dibêje, daxuyanîya birêz Davutoglu herwiha peyamek e bo Îranê, jiber ku Îran bi rastexwe piştgîrîya rejîma Sûrîyê dike.

Birêz Sanrî dibêje, “Tirkîye mecbûr e rêyekê bibjêre, yan dê rêya hevpeymanên xwe li NATO’yê û Yekîtîya Ewropayê û Amerîkayê bibjêre, yan rêya Sûrîyê û Hemas û Hizbullah bibjêre.”

Birêz Sanrî dibêje, “Tirkîye mecbûr e li gor bereyê NATO’yê û Yekîtîya Ewropayê û Amerîkayê hereketê bike.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Sanrî re, lînka “Guhdarî kirin” li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.