Şaha Ciwaniya Îraqê ya Berê li Îsraîlê Serdana Ciyê Êrîşên Hamasê Dike

Sarah Idan , Şah Ciwana Berê ya Îraqê

Şaha Bedewiyê (Ciwaniyê) ya Îraqê ya berê Sarah Îdan (Sari), ku berbijara Civata Nûnerên Kongresa Amerîkî ye li California bo hilbijartinên 2024ê serdana Îsraîlê kir û çû nêzî sînorê Gazayê ku Hamasê li wir êrîşa 7ê Cotmehê pêkanî bûn.

Îdan li ser hesaba xwe ya X'ê wêneke xwe ku bi leşkereke jin ya Îsraîlî re hevpeyvînê dike dibêje "Îro min serdana Kafar Gaza kir, cihê ku êrîşên Hamasê pêkanî bûn, ku tirs û hovîtî li wir li dij malbatên Îsraîlî yên bê tawan li paş xwe hişt bûn."

Sara Îdan dibêje "tenê mîlekî dûrî Gazayê em bûn şahid, dema qobeya hesinî ya Îsraîlê mûşekên Hamasê pûç dikirin".

"min cilên Îraqî li xwe kirin heta ku bikarim ji aliyê derûnî ve amade bim bo dîtina wan dîmenên hovane yên ku di jiyana xwe de min qet ew nedîtî bûn heta di serdema DAIŞê de jî." Sarayê got.

The Times of Israel dibêje ew jibo piştevaniya bi Îsraîlê re hatîye Îsraîlê, Kenalê 12 yê Îsraîlê dîdarek televizyonê bi wê re encam daye.

Îdan, model û muzîkjenek Iraqî-Amerîkî ye, ku di heman demê de çalakvanek mafên mirovan e, di sala 2017 de rastî êrîşek tund hat piştî ku wê wêneyên xwe ligel Miss Israel Adar Gandelsman di dema amadekariyên pêşbirka Miss World li Las Vegas de belav kirbû.

Sara Îdan xwedî tecrûbek berê ya dîtina tundûtûjiyê ye. Ew dema 18 salî bû di sala 2008 de, piştî ku fêrî zimanê Îngilîzî bû, dema ku ji ber şerê li Iraqê penaberî Sûriyê bûbû, wê wek wergera ziman bi hêzên Amerîkî re li Iraqê xizmetên xwe pêşkêş kirbûn.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Parlamentoya Îraqê di rûniştenekê de daxwaz kirbû ku nasnemeya Îraqî ji Sara Îdan were stendin jiber têkiliyên wê yên bi Îsraîlê re.

Sara li Îsraîlê serdan gelek ciyên dîrokî li Orşelîm û ciyên yên kiriye û di platfarmên medya civakî de wêne û serdanên xwe weşandine.

Niha Îdan li wîlayeta California helmeta berbijariyê bo endametîya Kongresê Amerîkî bo hilbijartinên 2024ê xebatên xwe didomîne.

Jêder: X/The Times of Israel