Erebistana Siûdî Pênc Welatîyan bi Tawana Terorê li Sêdare Dide

Mideast Executions

Wezareta Navxweyî a Erebistana Siûdî ragihand ku wan pênc welatîyên xwe, yên ku tawanbarên “Tawanên terorê” ne, hatine sêdaredan.

Di daxuyaniya wezaretê ya ku li ser platforma Xê de hatibû weşandin dibêje, ew bi tevlîbûna rêxistineke terorîst a biyanî, êrîş kirine ser hêzên ewlehîyê û dabînkirina piştgirîya darayî ji bo kiryarên terorîstî hatine tawanbar kirin.

Wezareta Navxweyî a Erebistana Siûdî navê wê rêxistina terorîst a behskirî eşkere nekir.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên ewlehîyê ev kes girtin û dadgehê bi sêdaredanê ceza kirin. Fermana şahane ya cîbicîkirin sêdaredanê piştî biryara dadgeha pêdaçûnê derket.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sened, ku rewşa mafên mirovan li Erebistana Siûdî dişopîne, di 8ê Cotmehê de ragihandbû ku di neh mehên yekemin yên sala 2026an de li Siûdîyê 10 kes bi mebestên siyasî hatine sêdaredan û bi vî awayî hejmara giştî ya sêdaredanan di sala 2026an de gihîştîye 171'an.