Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de ragihand ku roja Yekşemê, helîkoptereke girêdayî kompaniya "Aramco" li herêma Re'is Tenure ket xwarê.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebistana Siûdî, li ser zarê berpirsekî di Wezareta Enerjiyê de ragihand ku îro Yekşemê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, piştî ku firokeyeke helîkopter a ser bi kompanyaya neftê ya Siûdî "Aramco" ve li Re'is Tenure ket xwarê; ku ev herêm dikeve ser perava rojhilat a welêt û li rojavayê Tengava Hormizê ye.
Berpirsî di daxuyaniyê de eşkere kir ku lêkolîn û vekolîn bi beşdarîya aliyên peywendîdar re berdewam dikin, ji bo ku sedemên ketin helîkopterê werin lêkolînkirin û zanîn.
Kompanyaya Aramco roja Înê dest bi operasyonên barkirina nefta xam li bendera Re'is Tenure kir, piştî ku ev pêvajo nêzîkî çar mehan ji ber girjî û pevçûnên li herêmê hatibû rawestandin.