Li Nêzîk Konsulxana Amerîka li Jedda Pilana Êrîşa Çekdarî

Konsulxana Amerîka li bajarê Jedda - Erebistana Saudî

Televiziyona Fermî ya Erebistana Saudî, roja duşemê ragihand ku, serê sibeya duşemê, xwekujekî çekdar li nêzîk Konsulxana Amerîka li Jedda hate kuştin û 2 kesên din birîndar bûne.

Li gur çavkaniyên ewlekariya Erebistana Saudî hat zanîn ku, êrîşkarekî li hember nexûşxana li nêzîk Konsulxana Amerîka li bajarê Jedda di seat 2.15 serê sibê de trombêla xwe rawestandiye, lê dema ku, du endamên ewlekariya bajêr nêzîk bûne, peqîn pêkhatiye, êrîşkar hatiye kuştin û herdu endamên ewlekariyê jî sivik birîndar bûn e.

Şahidên bûyerê dane zanîn ku piştî bûyerê bi seatekê sê peqînên din qewimîne, xuya bû ku, bombeyên li cihê bûyerê hatine çandin, polîsan ew li jêr kontrolê peqandine.

Konsulxaneya Amerîka daxuyaniyek derheqa bûyerê weşandiye û hatiye eşkere kirin ku, karmendên Konsulxanê kesekî tiştek pênehatiye û hemû bi silametin, karbidestên Konsulxanê li gel berpirsên Erebistana Saudî di têkiliyê de ne jibo rastiya bûyerê bizanin, herweha wezareta derve ya Amerîka bang li welatiyên xwe dike ku yên li Erebistana Saudî dijîn û yên dixwazin seferê bikin, divê gelek di hişyar bin.