Hûsîyan bi Dronan Parzûngeha Aramco ya Siûdiyê Kir Armanc

Saudi Arabia Earns Aramco

Hûsîyên ku bi Îranê re hevalbend in, ragihand ku wan îro Yekşemê êrîşî Parzûngeha Aramco ya li Cîzana Siûdî kiriye; ev yek du roj piştî ku Siûdîyê peymaneke parastinê bi Tirkîyê û Pakistanê re îmze kir, pêk hat.

Wezareta Enerjîyê ya Siûdiyê li ser X'ê ragihand ku agir bi Parzûngehê ketiye û paşê hatiye vemirandin, bêyî ku sedema agir diyar bike, her wiha destnîşan kir ku ti birîndar tune ne. Wê da zanîn ku rayedarên peywendîdar tedbîrên pêwîst ji bo bûyera li vê sazîyê digirin.

Li gor ajansa reuters Parzûngeha ku li başûrê rojavayê Siûdî ye û rojane 400 hezar bermîlên petrola xav safî dike.
Berdevkê leşkerî yê Hûsîyan Yehya Serî' di peyamekê de li ser X'ê diyar kir ku grûpê bi Dronê êrîşî Parzûngehê kiriye.
Hûsîyan di demên borî de jî li Cîzan û Yenebûyê yên li ser Deryaya Sor cihên girêdayî Aramco yê kiribûn armanc.