Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Faysal bîn Farhan el Saud îro înkar kir ku roja Yekşemê di navbera Mihemed bîn Salman û karbidestên Îsraîlî hevdîtin pêk hatiye.
Wî ji hesabê xwe yê Twitterê got ku raportên ku dibêjin di dema seredana Pompeo de hevdîtin di navbera prensê cîgir Mihemed bîn Salman û karbidestên Îsraîlî çêbûne ne rast in.
“Di hevdîtinê de tenê karbidestên Amerîkî û yên Saudî amade bûn,” wî bi berdewamî got.