Senatorên Amerîkayî Lindsey Graham û Richard Blumenthal îro Pêncşemê "Projeyasaya Parastina Kurdan" bi awayekî fermî anîn pêş Senatoya Kongresa Amerîkayê.
Ev gav wekî bersivekê ye hember êrîşên berdewam yên hêzên hikûmeta Sûrîyê li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Kurd serkêşîya wê dikin, li gor daxuyanîyeke hevbeş ji alîyê herdu senatoran ve.
Ev projeyasa, piştî pesendkirinê, dê sizayan li ser karbidest û sazîyên darayî yên hikûmeta Sûrîyê ferz bike. Ew herwiha dê kesên biyanî yên ku bi hikûmeta Sûriyê re di her danûstandinekê de, tevî piştgirîya leşkerî yan darayî, beşdar bibin, bike armanc.
Graham yê Komarê got, "Ez bawer dikim ku piştgirîyeke bihêz a herdu partîyan ji bo hizra parastina Kurdan li Sûrîyê û derveyî wê heye, ji ber ku ew hevalbendên pir pêbawer yên Amerîkayê ne."
"HSD, ku elementa herî mezin tê de Kurd, di serdema yekem a Serok Trump de giranîya şerê têkbirina Daişê girt ser milê xwe. Ez têdigihêjim ku Sûriyê ji hêla çandî, nijadî û siyasî ve tevlihev e. Lê belê, êrîşkirina li ser Kurdan helwesta Amerîkayê kêm dike û dê rê li ber Sûrîyê bigire ku wekî welatek geş bibe. Ji bo wan welat yan komên ku bawer dikin ku ew di demsala êrîşa dijî Kurdên li Sûrîyê ne bêyî bertek hebe, hûn bi xemgînî şaş in," Senator Graham di dirêjahîya axaftina xwe de got.
Ji alîyê xwe ve, Senatorê Demokrat Blumenthal got, "Ez bawer dikim ku divê em Kurdên li Sûrîyê biparêzin û gavan bavêjin da ku piştrast bikin ku ew ji her tolhildan yan tolhildaneke hikûmeta Sûrîyê tên parastin."
Projeyasaya Parastina Kurdan herwiha pênasînê bi rola HSD'ê ligel Amerîkayê di şerê têkbirina Daişê de dike. Ew herwiha careke din rêxistina Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) wekî rêxistineke biyanî ya terorîst destnîşan dike.
Projeyasaya herdu senatoran herwiha dibêje ku "ji bo rakirina destnîşankirina Sûrîyê wekî dewletek ku piştgirîyê dide terorê, pêdivî bi nirxandina Kongresê heye."
Ew "desthilatê dide Serok ku piştî ku ji Kongresê re piştrast bike ku hikûmeta Sûrîyê hemû êrîşên li ser HSD, bi pêşengiya Kurdan û hevkarên wan, rawestandiye, sizayan rawestîne." Ji bilî wê, ew dibêje "Tedbîrek paşvekişandinê dihewîne, ku ji Serok dixwaze ku demûdest hemû sizayan dîsa ferz bike eger hikûmeta Sûrîyê hemû êrîşên li ser HSD, ya bi pêşengîya Kurdan an hevkarên wan, ji nû ve destpê bike."
Heta ku projeyasayek di Kongresa Amerîkayî de were pesendkirin, divê ew di çend qonaxan re derbas bibe. Piştî ku ew tê pêşkêşkirin, bo komîteyeke peywendîdar tê şandin. Komîte êdî deng li ser dide û piştî erêkirinê, ew diçe ber dengdana hemû 100 senatorên. Eger li wir jî bi piranî hate derbaskirin, paşê êdî diçe alîyê Civata Nûneran da ku li wir dengdan li ser were kirin. Eger dengdan di herdu Civatên Kongresê de li ser projeyasayê bi erê hate kirin, ew hingê diçe ser maseya Serok û bi îmzekirina wî êdî dibe qanûneke karîger.