Serokwezîrê berê yê Almanya Gerhard Schroeder ragihand ku ewê dest ji rêvebirîya kompanîya enerjî ya Rûsî, Rosneftê berde.
Schroeder ku 78 salî ye, ji mêjve dibû armanca rexneyên tund bi sedema ku ew di rêvebirîya kompanîya Rûsî wek kesekî payebilind dixebitî.
Schroeder îro Înê ragihand ku êdî ji wî re ne pêkan e ku karê xwe yê di desteya rêvebiran ya Rosneftê bimîne.
Schroeder ji sala 1998 heta 2005an serokwezîrîya Almanya kiribû û ew di mehên dawî de jiber karê wî yê di kompanîyên bin kontrola dewleta Rûsî de dibû armanca rexneyên tund.