Şandeke Wezareta Berevanîya Sûrîyê ligel HSD Kom Dibe

Wêne: Navenda Ragihanda HSD'ê.

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Înê pêşwazî li şandeke wezareta berevanîya hikûmeta demkî ya Sûrîyê li Hesekê kir.

HSDê di daxuyanîyekê de ku got, “Serdan di çarçoveya temamkirina cîbicîkirina rêkeftina 30ê Çilê ku hewla tevlîkirina hêzan dewam dike, ligel berdewamîya peywendî û civînan."

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûrî got ku şanda bi serokatîya Fermandarê Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûrî Hemze el Hemidî danustandin derbarê rêkeftina 30ê Çilê û radestkirina hemû sazîyên dewletê û derbasgehên sînorê kir.