HSDe, Serkeftina Biser DAîşê Radigehîne

Hêzên Sûrîye Demokrat bi fermî nemana komela çekdarên Dewleta Îslamî yan Daîş radigehîne û dibêje, ew dê berdewam bin liser kirdarên xwe yên leşkeri û yên ewlehîyê dijî şanên veşartî yên Daîşê.

Di rêûresmên ragehandina serkeftînê bi amadebûna rêberên leşkeri û siyasî, rêberekî leşkeri yê HSDê daxwaz ji hikumeta Sûrîye kir rêveberîya xweser nas bike ko devereka mezin a Rojhelata Sûrîye kontirol dike.

Herwesa HSDê daxwaz ji Tirkiye kir ewa HSDê bi rêkxistîyeka terorîst dibine ji tevaya xaka Sûrîye derkeve bi taybet ji devera piranîya Kurdan ya Efrinê.