HSD jiber Êrîşên Tirkîyê Operasyonên Dijî DAIŞ'ê Radiwestîne

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku ew operasyona dijî DAIŞ’ê li Dêrezorê bi kindemî dicemidîne.

HSD’ê da zanîn ku ew biryar jiber êrîşên Tirkîyê yên ser herêmên bin kontrola wê hatiye girtin.

“Tirkîye bi wan êrîşên xwe piştgrî dide DAIŞ’ê û hewilên me yên dijî wê rêxistinê dixe nav xeterîyê. Tirkîyê herî kêm 6 êrîş li dij me pêk anîne û 1 şervan, 1 jî nobedarên tixubî kuştine û zarar gîhandine mulkên hemwelatîyan.”

HSD’ê hişyarî da ku ger êrîşên wiha bidomin, operasyonên leşkerî yên dijî DAIŞ’ê wê bi dirêjdemî werin sekinandin.