Rêberê Şîa yê Îraqê Muqteda El Sedr îro Înîyê li ser rûpela xwe ya Twitterê ser 'Tugaya Roja Sozdayî ' daxuyanîyeke weşand.
Sedr dîyar kir ku ew erkdarbûna hêzên 'Tugaya Roja Sozdayî', bi dawî dike û her wiha navenda giştî ya Tugayê digire.
'Tugaya Roja Sozdayî', komeke çekdar ya girêdayê Sedr e.
Sedr roja pêncşemê, bang li komên paramîlîter kir ku endamên xwe yên bêdîsîplîn paqij bikin.
Hevden wî got ku divê komên çekdar yên bê dewlet, çekên xwe radest bikin.
Milîsên Şîa yên ku Îran piştgirîyê dike, jiber hewildanek bo kuştina serokwezîrê Îraqê Mistefa el-Kazimî ya bi droneke di 7'ê Mijdarê de, tê tawanbar kirin.