Sekreterê Giştî yê NY Ligel Wezîrê Dervê yê Pakîstanê Kom Bû

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li New York bi Wezîrê Derve yê Pakîstanê Şah Mahmud Qureşî re kom bû.

Daxuyanîyeke Neteweyên Yekbûyî dide zanîn, Ban Ki-moon û Qureşî babetên cihêrengî gotûbêj kirin, lê bi giranî li ser bizavên hawarçûnê yên li Pakîstanê sekînîn.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, bi sed hezaran mirov hîn jî bê cîh û war in li eyaleta Sindh ya başûr, 7 hefte piştî avrabûna baranên boş li wî welatî.

Di lehîyên Pakîstanê de bêtirî 1700 kes hatibûn kuştin.

Neteweyên Yekbûyî, Hefteya çûyî bangek kirîbû û daxwaza pirtir ji 2 mîlyar dolaran kirîbû, jibo piştgirîya hewilên Pakîstanê yên alîkarî û hawarçûnê.

Avên lehîyê temamîya gund, zevî û cotgehan weran kirîbûn û gelek lawir, rê, pir û binesazîyên din jî hilweşandibûn.