Hevseroka KCD Selma Irmak: Tezkere Ne Çareserî ye

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Selma Irmak, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Şirnêxê li ser pêşnîyara qanûna li ser Sûrîyê û Îraqê agahîya dide.

Birêz Irmak li ser pêşnîyarê ku di bîragiştî de wek tezkere tê zanîn, dijberîya xwe nîşan dide ku çareserîya kêşeyên herêmê, ne li derve ne.

"Em wek HDP li dijî tezkere ne. Divê problemên vê derê bi hêzên herêmî bêne çareser kirin. Li Afganistan, Lîbya, Tûnis û gelek welatên cihê tê dîtin ku problem hîn wek xwe mane."

Irmak agahî li ser hevdîtina wan ya ligel Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jî dide û geşbînîya xwe dîyar dike ku hikûmet helwesta xwe ya ser Kobanê biguhere.

Irmak li ser rewşa Kobanê jî dibêje, êrîşên DAÎŞl te tenê ser YPG û YPJ ye, lê li ser tevahîya hemî Kurdan e.

Your browser doesn’t support HTML5

Selma_Irmak_RR