Dergehê Sêmalka yê di navbera Rêveberiya Kurdên Sûriyê û Herêma Kurdistan Îraqê de, îro Duşemê hate girtin bi sedema lehiyekê piştî baraneke giran.
Lehiyê herdû pirên li ser çemê Dîcle jikar xistin.
Giringiyeke taybet a dergehê Sêlamka heye ji bo derbasbûna rojnamevanên navnetewî bo Sûriyê û romalkirina şerê dijî Daiş li Baxozê ku roja Şemiyê, bi şikestina Daişê re, bidawî hat.
Dergeh sala 2013an vebû û rê ji Rêveberiyê re vekir ku karibe xwe bigihîne cîhanê bê ku pêwîstî bi hikûmeta Beşar Esed hebe.
Di dawiya hefteyê de pêleke giran a baranê li wê navçeyê xist û di encamê de lehiyeke mezin hat.
Mizgeftên bajarê Çilaxa ji tirsa ku bendava xwecihî hilweşe, bang li xelkê kir ku ji navçeyên derkevin.