Li Derîyê Sêmelka Çi Diqewime?

Gelek Kurdên Sûrîyê ku ji bajarên wek Şam û Helebê revîne li ser Derîyê Sêmelka ase mane

Ev demek e dirêj e ku derîyê sînora navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûrîyê dibe mijara gotûbêjên tund.

Karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîyar dikin derî vekirî ye û qet nehatiye girtin.

Îro jî beşek ji medyaya Kurdê ragihand ku derî bi yekcarî hatiye vekirin û ew nûçe jî şabûneke mezin li nav gel çêkir.

Lê, yek ji berpirsên Derîyê Sêmelka, Mustafa Abdulazîz red kir ku derî vekirî ye.

Di hevpeyvîneke din ya Pişka Kurdî de parlamanterê Lîsta Kurdistanî Goran Azad nêrîn û çavdêrîyên xwe bi guhdarên me re parve kir.

Birêz Azad jî, ku di nav şandeya parlamenterên Herêma Kurdistanê cêh digirt, ew nûçe derew derxist.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Mustafa_Abdulaziz_RR


Hevpeyvîna bi parlamenterê Kurd Goran Azad:
http://www.dengiamerika.com/audio/Audio/315779.html