Karbidestên Zanyarî yên Amerîkî li Senatoyê Metirsîya Îranê Dinirxînin

Hejmareke karbidestên îstîxbaratên Amerîkayê îro Çarşemê di rûniştineke guhdarîkirinê de li Senatoya Amerîkayê nirxandinên xwe derbarê metirsîya rejîma Îranê ligel endamên Kongresê parve kirin.

Rêvebira Zanyarîya Niştimanî ya Amerîkayê, Tulsi Gabbard, di civînê de got ku rejîma Îranê ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê ve lawaz bûye lê hîn jî nehatiye rûxandin.

"Rejîm li Îranê xuya dike ku li ser hev e, lê bi giştî ji ber Operasyona Hêrsa Dastanî lawaz bûye," Gabbard got.

"Tevî wilo jî, Îran û komên girêdayî wê hîn dikarin êrîşan li dijî berjewendîyên Amerîka û hevalbendan li Rojhilata Navîn pêk bînin û vê yekê berdewam dikin. Eger rejîmeke dijmin bimîne jî, ewê hewl bide ku hewldaneke bi salan dirêj bike ji bo mûşek û dronên xwe ji nû ve ava bike," karbidesta Amerîkayî got.

Ji alîyê xwe ve, Rêvebirê CIA John Ratcliffe di rûniştina guhdarîkirinê de got: "Ez bawer dikim ev demeke dirêj e ku Îran bûye metirsîyeke berdewam li ser Amerîkayê û vê gavê jî metirsîyeke demûdest e."

Ji bilî Gabbard û Ratcliffe, Rêvebirê FBI Kash Patel, Rêvebirê Ajansa Ewlekarîya Niştimanî William Hartman û Rêvebirê Ajansa Zanyarîya Berevanî James Adams di rûniştina senatoyê de beşdar bûn.