Koma Senatorên Komarî di Kongresê de bi rêya X'ê peyamek bo piştevanîya xwepêşandanên li Îranê weşand.
Peyama Senatorên Komarî dibêje, “Piştî bi dehan salan ji zilm û zordariya hovane, welatiy;n Îranî ji bo azadiya xwe canê xwe didin."
Peyam herwiha dibêje, “Komarîyên Senatoyê di vê kêlîka dîrokî de li pişt wan û Serok Trump in.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî do Sêşemê bang li xwepêşanderên Îranî kir ku xwepêşandanên xwe bidomînin û dest deynin ser sazîyên welêt, û got alîkarî jibo xelkê Îranê bi rê de ye.
Li dema ku xwepêşandanên Îranê dikevin roja xwe ya 18’an, raportên ji nav Îranê tên didin zanîn ku bi hezaran kes hatine kuştin û girtin. Dîmenên di medya civakî de tên weşandin komkujîyên tirsnak nîşan didin.