Du senatorên Amerîkî yên Komarî dibêjin ku stratejîya Amerîkayê ya li dijî Tehranê destpê dike ku encam bide ji ber ku Washington zexteke nû ya aborî û leşkerî li ser rejîma Îranê zêde dike.
Senator Dave McCormick ragihand ku givaştina aborî ya li dijî rejîma Îranê "kar dike" û qonaxa nû ya sizayên Amerîkî dê zexteke zêdetir li ser Tehran, welat û sazîyên ku bi Îranê re danûstandinên bazirganî û darayî dikin bike.
Di heman demê de, Senatorê Komarî Tim Sheehy di bersivekê de li ser raporteke nû ya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser operasyonên Tengava Hormuzê, got ku "aborîya cîhanî li ser milên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ye."
Ev gav di demekê de tê ku rêveberîya Serok Donald Trump operasyoneke nû ya aborî ya bi navê Operasyona Îzolekirina Aborî ya Îranê destpê kiriye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dibêje ku armanca kempeynê birîna têkilîyên darayî û aborî yên rejîma Îranê bi cîhanê re ye. Wezaretê hişyarî daye welatên biyanî, bank û kompanîyan ku danûstandinên berdewam bi Tehranê re dikarin wan jî bikin armancên sizayên Washington.