Yawer: Bersivdana Êrîşên Tirkiyê yên Ser Şengalê Pirseke Girêdayî Serweriya Îraqê Ye

Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Karûbarên Pêşmergên Herêma Kurdistanê

Emîndarê giştî yê wezareta pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer dibêje ku di bombebarana Tirkiyê de 4 pêşmerge û yek endamê asayişê hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Yawer derbarê daxûyaniya wezareta Pêşmergan dibêje ku ew nikare li ser wê daxûyaniyê tiştekî bibêje.

Piştî êrîşa Tirkiyê ya li Şengalê, wezareta karûbarên pêşmergeyên Herêma Kurdistan di daxûyaniya xwe de gotibû ku "ev pirsgirêke ji sedema hebûna endamên PKK'ê li Şengalê, hebûna wan sergêjî û pirsgirêkan bo xelkê deverê û herêma Kurdistanê peyda dikin".

Temamiya hevpeyvînê li jêr heye.

Your browser doesn’t support HTML5

Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Karûbarên Pêşmergên Herêma Kurdistanê