Amerîkî îro Înê li seranserê welat di merasîmên cuda yên jibo salvegara 25’an de, bûyerên kûjer yên 11’ê Îlona 2001’an bi bîr tînin; şoka wê demê, nêzî 3,000 kesên ku hatine kuştin û encamên berfireh yên êrîşên El-Qaîde yên dijî sembolên hêz û bextewarîya Amerîkayê.
Di 11’ê Îlona 2001’an de, terorîstan firokeyên ku revandibûn, li bircên Navenda Bazirganîya Cîhanê li New Yorkê û Pentagonê li nêzî Washingtonê xistin. Firokeya çara li zeviyekê li Pennsylvania ket xwarê.
Îro li New Yorkê, xizmên qurbanîyan, karbidestên berê û niha yên Amerîka, welatîyên asayî li Ground Zero kom bûn. Gelek ji wan wêneyên qûrbanîyan hilgirtibûn.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û çar serokên berê yên Amerîkayê: Bill Clinton, Barack Obama, George W. Bush û Joe Biden jî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma li taxa Manhattanê sere sibê demjimêr 8:46’an destpê kir, jiber ku Firokeya 11 ya American Airlines di heman demjimêrê de li Birca Bakur ya Navenda Bazirganîya Cîhanê ketibû.
Di merasîmê de, endamên malbatan navên 2,977 xizmên xwe yên ku di êrîşan de hatibûn kuştin, xwendin.
Herwiha, jibo cara yekê deqeyeke din ya rêzgirtinê hat pêk hat, jibo kesên ku piştre jiber nexweşîyên girêdayê tozên jehrî yên êrîşan jiyana xwe ji dest dabûn.
Gelek Amerîkî niha ewqas ciwan in ku êrîşan nayên bîra wan. Lê 11’ê Îlonê dîsa jî bandor li jiyana wan kirîye.
Piştî êrîşan, “şerê li dijî terorê” yê bi pêşengîya Amerîkayê destpê kir. Êrîş herwiha bûn sedema dagirkirina Afganistan û Îraqê ji alîyê Amerîkayê ve.
Piştî 11’ê Îlonê jî hejmara qûrbanîyan zêdetir bûn. Xebatkarên rizgarkirinê û kesên li derdorê wê taxê dijîyan ji madeyên jehrîn bandor bûn. Gelek ji wan piştre nexweş ketin û mirin.
Sazîya Agirkûjîyê ya Bajarê New Yorkê di êrîşan de 343 endamên xwe winda kir. Ji wê demê ve, zêdetirî 600 agirkujên din jî jiber nexweşîyên tekildarê 11’ê Îlonê mirine. Tenê îsal 26 agirkuj jiyanên xwe ji dest dane.