Rewşa Dawî ya Serêkanîyê Çawa ye?

Wêneyek ji wanîyên hilweşî li bajarê Serêkanîyê.

Şer û pevçûnên navbera grubên çekdar û hêzên Kurdan li bajarê Serêkanîyê jinûve destpê kir. Tê ragihandin di encama wan pevçûnan de kuştî û birîndar hene.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan Armanc Qamişloyî li ser rewşa herî dawî ya Serêkanîyê agahîyan dide.

Birêz Qamişloyî dibêje, ew kesên çekdar dixwazin mal û mulkê rûniştvanên bajêr talan bikin û tevlihevî li herêma Kurdan derxin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Armanc_Qamishloyi