Namzeda Hevşaredarîya Serêkanîyê Esra Guler û Hilbijartinên Wî Bajarî

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de berbijara Hevşaredarîya Serêkanîyê Esra Guler agahîyên girîng li ser encamên hilbijartinê û rewşa heyî li w bajarî dide.

Birêz Guler dibêje bi awayekî plankirî encamên hilbijartinê hate guhartin û dema ew bi 3.500 dengan li pêş bûn, hate eşkere kirin ku AKP bi 754 dengan hilbijartin biriye.

Guler dîyar dike sextekarî du encaman de hatine kirin loma jî gel li kolanan e û qebûl nake ku îradeya wî were dizîn.

"Me ji Komsîyona hilbijartinê ya Serêkanîyê îtîraz kir, lê ew daxwaza me hate red kirin. Lê, li Wêranşehîr daxwaza AKP'ê ya bi heman sedemê hate pejirandin."

Guler dide zanîn ku ew niha li benda serledana Komîsyona Hilbijartinê ya Ruha'yê ne û eger ji wê derê jî encameke erênî dernekeve, ewê hîngê herin Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ku navenda wê li Enqerê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Esra Guler