Medyaya Rûsî Dibêje General Surovikin Hatiye Girtin

General Surovikin û Wezîrê Berevanî Sergei Shoigu (Arşîv)

Medyaya Rûsî ragihand ku Generalê Sergei Surovikin do Çarşemê hatiye girtin.

Karbidestên Amerîkî do Çarşemê dîyar kiribû ku Surovikin bi heyranî li serhildana Koma Wagner nihêrîye, lê =ku nayê zanîn ku wî piştgirî daye wê komê yan ne.

Koma Wagner dawîya hefteya borî serî rakiribû û ji roja Şemîyê vir ve ti agahî ji Suruvikin nehatiye sitandin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ser nûçeyên derbarê girtina Surovikin hîn ti şîrove nekiriye.

Li gor medyaya Rûsî, Surovikin û malbata wî 3 roj in ti peywendî çênekirine.

Surovikin, ji wan çend generelan e ku piştî serîrakirina têkçûyî ya Wagnerê ji çavên bîragiştî ketiye.

Jêder: AFP