Televîzyona dewletê ya Tirkîyê dibêje, di pevçûnekê de 6 polîs û 6 serhildayên Kurd li başûrê rojavaya wî welatî hatine kuştin.
Televîzyona TRT roja Pêncşemê got, şer li Çîyayê Cûdî ya bajarê Şirnêxê qewimî ku li ser sînora Îraqê ye. TRT her wiha dibêje, şer û pevçûnên ku roja Çarşemlê destpê kirine, hîn jî berdewam dikin.
Pevçûnên vê carê, pevçûnên herî kujêr yên nav çend mehên borî ne ku di navbera hêzên Tirk û serhildayên Kurd in ku li rojhilata wî welatî daxwaza otonomîyê dikin.
TRT radigihîne ku hikûmeta Tirk polîsên dij-terorê şandine herêmê da ku hejmara kuştîyên artêşê ya li dijî şerê serhildayan kêm bike.
Di şerê behskirî de bi deh hezaran kes hatine kuştin, piştî ku serhildayên Kurd li sala 1984’an dest bi şerê çekdarî kirîbû.