Firokên Sûrîyê li Rojhilata Şamê Êrîş Birin Ser Herêmên Serhildayan

Serhildayekî Sûrî li rojhilata Şamê

Reuters’ê ji zarê jêderên herêmî ragihand ku firokên Sûrîyê, li rojhilata Şamê êrîşî taxên ku di bin kontrola serhildayan de ne kirine ku bi dehan kuştî û birîndar hene.

Bi çar êrîşên esmanî yên ser taxeke qelebelix ya Douma, ku li rojhilata Şamê yek ji kelehên serhildayan e, herî kêm 22 kes hatin kuştin.

Karkerên sîvîl dîyar kirin ku di bin kavilan de hîn cesed hene.

Li ser Twitterê, hesabên nêzî serhildayan ragihandin ku li Hamurya, Harasta û Sabqa jî 21 êrîşên esmanî hatine li dar xistin.

Du xwecihên Sabqa, ku li başûrê Douma ye, dan zanîn ku di êrîşên firokeyên ku tê guman kirin ku yên Rûsya ne, herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Artêşa Sûrîyê ragihand ku li herêma Cobar, Arbin û Zamalka êrîşên esmanî hatine li dar xistin û gelek ‘’terorîst’’ hatine kuştin, lê artêşê red kir ku wê di êrîşan de sîvîl armanc kirine.