Serhildayên dijî Qezafî piştî şikestinên giran li seranser Lîbyayê îro Înîyê paşve dikşînin .
Serhildayan ji bajarê Ras Lanuf yê dewlemendê petrolê vekêşîya û tenê hêzeke biçûk li wê derê maye.
Serhilda dibêjin, hêzên dilsozî Qezafî êrîşên erdî, esmanî û deryayî pêk anîne ku bajêr bigirin bin kontrola xwe.
Rêbertîya serhildayan roja Pêncşemê ragihandibû, kontrola bajarokê Zawîya yê nêzîkî paytaxt Trablus ji destê wan derketîye û ketiye bin kontrola hêzên Qezafî.
Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) gotîbû, Lîbya ketiye nav şerê navxweyî. Neteweyên Yekbûyî dibêje, di şer û pevçûnan de bêtirî 1000 kes hatine kuştin û zêdeyî 250.000 kesên din jî ji welêt revîyane.