Serhildayêt Lîbî hêrişek kire ser çîyayêt başûra rojavaya Terabuisa paytext, di bizvekê da bo pêşvebirina beroka xwe û nêzîktir bibin li Terablusê ku bingehê serekî yê rêberê Lîbyayê Muamer Qezafî ye.
Serhildayan roja Çarşembî çekêt giran bikar înan da berev devera El-Qawalîş biçin, ku di destê hikûmetê de ye nêzîkî Terablusê. şahida got wan dengê firokêt cengî yêt NATO li esmanî dibihîst.
Ev şer e tête kirin piştî bi kêmî ve 11 serhildayêt Lîbî hatîne kuştin di şeran de digel hêzêt ser bi hikûmetê nêzîkî bajêrê Misrate ku li jêr desthelata serheldayan e.