Serok Barack Obama Supasiya Wan Serbaza Dike Ku li Îraqê Xizmet Kirye

Serokê Welatêt Yêkgirtî yên Amerîka Barack Obama supasiya hemu wan jin û mêrên Amerîkî kir ku li Îraqê xizmet kirye û hêşta li wêrê xizmetê diken. Serokî got, hun û qaremanî û dilêrya we bune eger ku Amerîka parastîtir bit û herweha harîkarî kir ku dimocracî li Îraqê cihê xwe bigrît.

Serok Obama herweha gote serbazan, em dizanîn ku hun bitinê qurbanî nebûn, belku malbatên we jî.

Paşî serok Obama bi navê gelê Amerîka û xanima xwe michellê û her du kiçên xwe supasî û pêzanîna xwe arastê serbazan kir bo karên wan kirîn û got çu caran na êne ji bîr kirin.

Li dawiyê serok Obama got, her kesekê bixwazit supasiya wan serbazan biket ku li Îraqê yan jî li her cihekê dî li cihanê xizmet kirbu, seredana malpera Seraya Spî biket û peyamekê binvêsit.

http://www.whitehouse.gov/salute/form