Serok Obama Dê Hevdîtineke Ligel McChrystal Bike

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, ew dixwaze rastexwe bi General Chrystal re biaxife, berî ku biryar bide dawî li karê wî bîne yan ne. Qumandarê hêzên Amerîkî li Afganîstanê General Stanley Chrystal, do daxuyanîyên kêşebar yên li hemberî rêvebirîya Obama dabû.

Serok Barack Obama do Sêşemê, piştî kombûna ligel kabîneya xwe, li Qesra Sipî bi peyamhinêran re peyîvî. Serok her wiha da zanîn, Wezîrê Berevanîyê Robert Gates jî bi General re McChrystal re hevdîtinê pêk bîne.

General McChrystal jibo Washngton hate bang kirin, piştî şîroveyên wî û alîkarên wî yên di kovara Rollig Stone Magazînê de hatin weşandin, ku henekên xwe ligel karbidestên bilind yên rêvebirîye dikirin, Cîgire Serok Joe biden jî nav de.

Serok Barack Obama, piştî xwendina nivîsarê, ferman dabû McChrystalî ku dem û dest were Washingtonê.

Berdevkê Qesra Sipî Robert Gibbs jî da zanîn, Serok Obama ji gotinên McChrystal hêrs bû.