Serokê Îraqî Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Çarşembî li bajarokê Selaheddîn kom bûn.
Di wê kombûnê de, Sekretêrê Giştî yê Yeketîya Niştîmanîya Kurdistan û Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê liser rewşa Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybet gotûbêj kirin û behsa reforman kirin.
Li gor malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê, herdu rêberan “tekez li pêwîstiya parastina asayîşa Kurdistanê û xurtkirina li nav mala Kurdistanê kirin.”
Civîna Barzanî û Talebanî di demekê de ye ku sê komelên opozisyonê li herêma Kurdistanê daxwaza hilweşandina hikûmeta Herêmê dikin.
Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî roja Sêşembî li hev civîyan û daxwaza pêkanîna hikûmeteka demkî kir bi razîbûna hemû alîyan.