Serokwezîrê Ermenistanê Ser Protestoyan Karvekişîna Xwe Da

Serokwezîrê Ermenistanê Serj Sarkîsyan ji erka xwe vekişîya, rikeberên wî bo pîrozbahîyan daketin qadan.

Rikeberên Sarkîsyan bi qasî hefteyek e protesto li dar dixistin.

Sarkîsyan, bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku rêberê rikeberîyê Nîkol Paşînyan mafdar e, lê ew bi xwe neheq e.

Paşînyan hatibû desteser kirin û roja Duşemê hatibû berdan.

Sarkîsyan di daxuyanîya nivîskî de da zanîn ku ew daxwaza gelê li kolanan bi cîh tine û ji serokwezîrîyê vedikişe.

Sarkîsyan 10 sal serokomarîya Ermenistanê kiribû û dûre jî bûbû serokwezîrê wî welatî.