Serokwezîrê Ermenî Tigran Sargsyan li Îranê ye bo baştir kirina têkeliyêt bazirganî navbera Êrîvanê û Tehranê.
Roja Duşembî rêberê Ermenistanê gehişte Tehranê digel şandeyeka kardarêt Ermenî.
Rêzdar Sargsyan li bere ku danûstandinan ligel Serok Mahmûd Ahmedînejad û karbidestêt dî yêt Îranî biket di seredana xwe ya du-rojî de.
Herwesa, çaverê dihête kirin ku her du welat rêkkeftineka bazirganî mor biken. Îran bizavê diket ku bazirganya xwe zêde biket di wextekê de ku toleyêt navneteweyî li ser Îranê hatîne tund kirin ji ber bernama wê ya navokî.
Karbidestêt Ermenî we diyar kiriye ku kêşeya li ser bernama navokî ya Îranî bi rêka danûstandinan bihête çareser kirin neku bi rêka tolan.